Partiyên Fransayê ji bo Helebê bang li Macron kirin: Sûcê şer hate kirin, bikeve nava tevgerê!

Li Fransayê serokên komên meclîsê yên sê partiyên siyasî û nûnerên Komar Kar a Kurd nameyek ji Macron re nivîsîn û diyar kirin ku bûyerên li Helebê diqewimin 'sûcê şer e' û ji Fransayê xwestin ku li nava YE û NY'ê bi lez bikeve nava hewldanan.

BANGA FRANSAYÊ

Sûc û komkujiyên ku komên çete yên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi piştgiriya dewleta Tirk li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin, li nerazîbûna partiyên siyasî ya Fransayê rast hatin. Seroka Koma Fransa ya Serî Natewîne (La France Insoumise) Mathilde Panot, Seroka Koma Çep a Komarger û Demokratîk Stéphane Peu, Seroka Komam Sosyal û Ekolojîst Cyrielle Chatelain û Parlamenterê Meclîsa Neteweyî ya Fransayê yê ji Fransa ya Serî Natewîne û Serokê Koma Kar a Kurd Thomas Portes ji Serokkomar Emmanuel Macron re nameyek nivîsîn û bang lê kirin ku li hemberî bûyerên diqewime Fransa tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de ku ji raya giştî re vekirî bû, hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad gelê Sûriyeyê li hêviya dewleteke tevgir, piralî û demokratîk bû û peymana ku di 10'ê Adarê de li Şamê di navbera Serokkomarê veguhêz Ahmed el Şaraa û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî de hate îmzekirin bingeha van benewariyan bû. Di nameyê de hate gotin, armanc ji metna navborî ew bû ku welat jinûve bibe yek, saziyên leşkerî û sivîl ên Kurdan entegreyî dewletê bêne kirin û li herêmên ku piraniya şêniyên wê Kurd in xweseriya xwecihî bê misogerkirin.

'PEYMANA 10'Ê ADARÊ BI CIH NEHATE ANÎN'

Di nameyê de hate ragihandin ku li gel hevdîtinên aştiyê jî peyman xitimî, rewş giran bû û 6'ê Çileyê artêşa Sûriyeyê êriş bir ser taxên Kurdan ên li Helebê. Hate gotin, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heft rojan dorpêçkirî man, rê lê hate girtin, pêwîstiyên bingehîn jî hate astengkirin û herî kêm 150 hezar kes ji warê xwe bûn, bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku zêdeyî 300 Kurd hatin girtin, bi hezaran kes li taxên xwe hatin girtin, derbasbûna sivîl bi girtî di bin kontrola artêşa Sûriyeyê de ye.

'EV YEK SÛCEKÎ ŞER E'

Siyasetmedarên Fransî bal kişandin ser wan agahiyan ku tê gotin, înfazên bêdaraz dewam dikin û ji hin sivîlan fîdye tê xwestin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku înfazên bêdaraz, bombekirina herêmên sivîlan û binesaziyê, koçberkirina bi zorê ji cih û warê xwe ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve bi rengekî eşkere sûcê şer e.

'DIVÊ FRANSA BI LEZ BIKEVE DEWRÊ'

Ji Macron hate xwestin ku ji bo destûr bê dayin ku rojnamevan û çavdêrên navneteweyî bikevin nava taxên Kurdan ên li Helebê, ji bo sûcên artêşa Sûriyeyê bêne belgekirin û pêşî li êrişên nû bê girtin bi lez gavan biavêje. Di nameyê de hate bibîrxistin ku Fransayê di mijara parastina mafên gelê Kurd de ku weke 'hevalbendê dilsoz' ê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dibîne, berê bi roleke proaktîf rabû û hate destnîşankirin ku muzakereyên li ser başûrrojavayê Sûriyeyê yê di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye nabe ku bibe hincet ku komkujiyên li hemberî Kurdan ji nedîtî ve bên.

BANGA LI YEKÎTIYA EWROPA Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Di nameyê de her wiha hate xwestin ku Fransa li Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) giraniya xwe bi kar bîne, ji bo agirbestek tavilê û mayinde pêk were, dorpêça li ser taxên Kurdan ên li Helebê bê rakirin û destûr ji çapemenî û çavdêrên navneteweyî re bê dayin ku xwe bigihînin herêmê bikeve nava liv û tevgerê.

'MODELA ROJAVA JI BO SÛRIYEYÊ FIRSENDEK E'

Siyasetmedarên Fransî destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AANES) a ji bo jinûve destpêkirina diyaloga nava Sûriyeyê, Ffransa bi roleke çalak rabe û di pêvajoya siyasî de weke garantor amade be. Her wiha diyar kirin ku parastina modela jiyana bi hev re ya li Rojava ku Kurd, Ereb û Suryanan ava kirin, ji aliyê jinûve avakirinê û aramiya Sûriyeyê ve firsendeke girîng e.