Parlamentoya Holandayê, wê sibê daxwaznameya komkujiya Şêxmeqsûdê binirxîne

Xwendekarên Kurd ên li Holandayê daxwaznameyek der barê êriş û komkujiyên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê pêşkêşî palamentoyê kirin; hate diyarkirin ku daxwazname wê roja Pênçşemê di rûniştina fermî de were nirxandin.

Xwendekarên Kurd ên li Holandayê daxwaznameyek derbarê êrîş û komkujiyên li dijî gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de ji parlamentoya Holandayê re nivîsî. Ev daxwazname gihîşt parlamentoyê, Wezareta Derve, hejmarek parlamenteran Parlamentoya Ewropayê û balyozê Holandayê ya eleqedarî dosyaya Sûriyeyê.

Ev daxwaznameya ku di demeke kurt de hat çêkirin, ji aliyê zêdetirî 3 hezar Kurdistaniyan ve hat îmzekirin.

Parlamentoya Holandayê diyar kir ku wê daxwazname wergirtiye û destnîşan kir ku ew ê di rûniştina pêncşemê de were pêşkêşkirin.

Xwendekarên Kurd diyar kir ku ev wekî gaveke girîng di gihandina dengê welatiyan de û destpêka rêyek siyasî û yasayî ye, ji bo şopandina vê pirsgirêkê li ser astên Holandî û Ewropî.

Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku "Li gorî peymana Cinêvê ya 4ˊan ev binpêkirin temsîla cezayên komî yên qedexe ne û li gorî pergala Roma ya bingehîn dikevin xana sûcên şer, ji ber ku sivîl û avahiyên tibî hatin hedefgirtin, dorpêç weke rêbaza şer hat bikaranîn, li kêlek wê jî nîşaneyên guhertina demografî ya bi darê zorê hene."

Di daxwaznameyê de, xwendekaran bang li parlamanto û hikumeta Holandayê kir ku bi zelalî êriş û binpêkirinan şermezar bikin, xebatên dîplomasî yên rawestandina êrişan bikin, dorpêçê rakin û gihandina alîkariyên mirovî misoger bikin, piştgiriyê bidin lêpirsîn û hesabpirsîna navneteweyî û mekanîmzayên parastina navneteweyî ya sivîlan lêkolîn bikin.

Di dawiya daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku her çareseriyeke siyasî ku sivîlan neparêze û rêzê li qanûna navneteweyî negire çareseriyeke neqanûnî û nedomdar e, mafê şêniyan ê mayîn û vegera bi ewle mafekî nayê nîqaşkirin.