Nobeda Azadiyê koma ji Berlînê dewir girt

‘Nobeda Azadiyê ya Ocalan’ ku yek ji çalakiya herî demdirêj a Kurdên Ewropayê ye, di hefteya 476’an de ji aliyê koma ji paytexta Elmanya Berlînê hatin ve hate dewirgirtin.

Nobeda Azadiya Ocalan di hefteya 476’an de ye.

Çalakiya ‘Nobeda Azadiya Ocalan’ ku 25’ê Hezîrana 2012’an ji aliyê Însiyatîfa Ji Ocalan re azadî’ bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û dawîbûna tecrîdê li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatibû datibû destpêkirin, ji aliyê Kurd û dostên wan ve tê domandin.

Çalakiya vê hefteyê ji aliyê koma ji paytexta Elmanya Berlînê ve hatine, hate dewirgirtin.

Mevlût Ince, Mazlûm Karagoz, Veysî Oruç û Mûstefa Yorganci yên di komê de cih girtin axivîn.

Mevlût Înce: Êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser agahiya Ewropa tê kirin. Çavkaniya esasî ya Tirkiye der peymanên mafê mirovan tevger dike ‘Komploya navneteweyî’ û hevparbûna sûcên welatên Ewropayê ye. Kurd di ferqa polîtîkayên dûrûtiyê de ne. Heta ku şerê li ser Kurdan dawî nebe, êrîşên qirker jî dawî nabin.

Heta Rêbertiya me azad nebe, em azad nabin. Gelê Kurd berxwedanê wê teqez bigihêje azadiya xwe. Li dijî şerê topyekun divê gelê Kurd topyekûn li ber xwe bide. Em bêdengiya Ewropa ya li hember êrîşên li ser Kurdan şermezar dikin. Berxwedana gerîla ya zindanan silav dikin û dibêjin Rêbertî xeta me ya sor e. Xwedî li nobedê derkevin.