Nobeda Azadiyê bi koma ji Hannoverê dewam dike
Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin û dikeve sala 10'an, bi komeke nû ya ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dewam dike.
Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin û dikeve sala 10'an, bi komeke nû ya ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dewam dike.
Nobeda Azadiyê ku 25'ê Hezîrana 2012'an li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê "Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re" hate destpêkirin, 469 hefte ne li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dewam dike.
Nobedarên vê hefteyê komek ji Kurdistaniyên li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ye. Xoşnav Ata, Haci Îsa Mîdyat, Kadrî Amed nobeda vê hefteyê dewr wergirtin.
Çalakî hefteyê heft rojan saet di navbera 07:30 û 16:30'î de pêk tê. Xoşnav Ata bi navê komê daxuyanî da û anî ziman ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û hewldana komkujiyê ya li dijî gelê Kurd bi hevkariya NATO'yê tê kirin.
Xoşnav Ata destnîşan kir ku di nava 10 salên vê çalakiyê de teşhîr kirine ku saziyên Ewropayê hevkarê gelek sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û gelên Kurdistanê ye û got, "Ji dema Komploya Navneteweyî heta îro ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo gavek nehatiye avêtin. Ev rastî jî nîşaneya herî girîng a vê hevkariyê ye."
Xoşnav Ata bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê dike û diyar kir, malbata Barzanî bi hevkariya bi dijminên Kurdan hewl dide destketiyên gelê Kurd ji holê rake.
Xoşnav Ata destnîşan kir ku gelê Kurd wê qebûl neke ku sedsaleke din bi rengê kole bimîne, lewma wê berxwedanê mezin bikin.
Xoşnav Ata got, "Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e" û wiha dewam kir, "Di rewşa heyî de girîngiya Rêber Apo bêhtir eşkere bûye. Tesadûfî nîne ku tecrîda li ser Rêberê me û şerê li dijî gelê Kurd bi hev re tên meşandin."
Xoşnav Ata anî ziman ku gelê Kurd wê li çar aliyên Kurdistanê û li her devera cîhanê wê rabe ser piyan û di vî şerî de bi ser bikeve. Xoşnav Ata diyar kir ku Nobeda Azadiyê yek ji wan çalakiyan e ku îradeya vê têkoşînê herî baş nîşan dide.