Nobeda 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di hefteya 473'an de ye

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 473'an de bi koma ji bajarê Kasselê yê Elmanyayê dewam dike.

Nobeda "Azadî ji Abdullah Ocalan re" ku bi pêşengiya "Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re" di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, kete hefteya 473'an. Ev çalakiya ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye 9 sal li pey xwe hişt.

Di hefteya 473'an a çalakiya nobedê de Leyla Nuseybîn, Agir Çewlik û Serûxan Akat ên ji bajarê Kasselê yê Elmanyayê çalakî dewr wergirt.

Bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin û hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 22 sal in bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bi navê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li bajarê Kasselê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava 'Werin cenga azadiyê' de em hefteya 473'an dewr werdigirin."

Koma ji Kasselê grevên birçîbûnê yên li zindanan, Mexmûrê û Yewnanistanê ku li dijî tecrîdê tê meşandin silav kir.

Çalakgeran berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî silav kirin û gotin, "Têkoşîna me heta ku teqez bi ser bikeve her roj hîn bi xurtî dewam dike."

Di daxuyaniyê de girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan hate destnîşankirin û bêdengiya Yekîtiya Ewropa û CPT hate şermezarkirin.

Çalakgeran bang kirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dadgehên navneteweyî bê darizandin.