BI DÎMEN

Newroz li Dragûîgnanê hate pîrozkirin

Li bajarê Dragûîgnanê yê Fransayê Newroz bi pêşengiya tevgerên ciwanan TCŞ û TekoJIN bi coş hate pîrozkirin.

Li bajarê Dragûîgnanê Kurdan tevî dostên xwe Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.

Nêzî 2 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Hunermend Pinar Aydinlar, Omer Şerîfî û Kawa Ûrmiye derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.