Meşvanên Parastina Kurdistanê: Têkoşîn wê dewam bike

Kurdistaniyên ku tevlî meşa dirêj a ji bajarê Lozanê yê Swîsreyê heta bajarê Cenevreyê bûne wiha gotin, "Li dijî wan kesan ên ku dixwazin azadiya me bidizin wê têkoşîna me dewam bike."

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs, endamê KNK'ê Alî Matûr, siyasetmedar Faysal Sariyildiz, Hozan Şemdîn, Nûnerê MLKP'ê Huseyîn Yeter, Mehmet Goksûngûr û Dayika Aştiyê Zahîde Efrîn têkildarî meşa dirêj a 3 rojan ji ANF'ê re axivîn.

AHMED KARAMÛS: Ji çar parçeyên Kurdistan demokrat, kesayet û mirovên ji Ewropayê tevlî vê çalakiyê bûn. Beriya 100 salî li Lozanê peymanek hate mohrkirin. Bi rêya vê peymanê Kurdistan kirin çar parçe. Ev peyman bêyî îradeya gelê Kurd hate mohrkirin. Me xwest bêjin 'Kurd ji encamên vê yekê nerazî ne', bi yek deng û yek hêzî, bi helwesteke neteweyî û sekneke welatparêziyê vê yekê vebêjin.

ALÎ MATÛR: Meşa me di roja duyemîn de ye. Doh ji Lozanê dest pê kir. Lozan ew cih e ku Kurdistan lê kirin çar parçe. Bi vê yekê xwestin gelê Kurd û Kurdistanê tune bikin. Mêtinger niha jî bi heman rengî Kurdistanê dimêtin, talan dikin. Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Hinceta xwe jî 'têkoşîn'a li dijî gerîlayên PKK'ê ye. Mesele ev nîne, mesele dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, tunekirina Kurdistanê ye. Em jî li dijî vê têdikoşin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev meş jî peyama ji bo têkoşîna Kurdan e, peyama ji bo rênedana li dagirkeran e.

FAYSAL SARIYILDIZ: Kurd bi salan e meşên dirêj, meşên mezin li dar dixin. Beriya niha bi 100 salî peymanek hate mohrkirin. Ji wê rojê ve Kurd têne qetilkirin, roj nîne ku felaket bi serê kurdan ve nayê. Kurd 40-50 sal in li dijî vê yekê têdikoşin. Berdêlên mezin hatin dayin. Dewleta Tirk dixwaze bi rê û rêbazên cuda Peymana Lozanê 100 salên din dirêj bike. Dewleta Tirk 100 sal in bi polîtîkaya şantajê jiyana xwe dewam dike û dixwaze dewam bike. Ji bo gelê Kurd bifetisîne polîtîkayên faşîzan dimeşîne. Ji bo zext li ser Ewropayê bê kirin çalakiya me gelekî girîng e.

ZAHÎDE EFRÎN: Li dijî zilm û êşkenceyê dayik li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin. Gelê Kurd gelekî sivîl e, em şer naxwazin, selamet, edalet û demokrasiyê dixwazin. Em edaletê dixwazin. Em bi fikrên Rêber Apo mezin bûn. Li dijî wan kesan ên ku dixwazin azadiya me bidizin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Hêzên navneteweyî, saziyên edalet û hiqûqê berê hikumetên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê didin Kurdan, êrişî gelê Kurd dikin. Ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin Rêber Apo û girtî hemû azad bibin.

HOZAN ŞEMDÎN: Me di 10'ê Tîrmehê de ji bajarê Lozanê dest bi çalakiya xwe kir û em ber bi Cenevreyê ve dimeşin. Bi sedan kes tevlî vê meşê dibin. Em ê di 12'ê Tîrmehê de li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî çalakiya xwe bi dawî bidin û peyama xwe bidin. Kurdistan li vir bû çar parçe, em ê bêjin ku em vê yekê qebûl nakin.

HUSEYÎN YETER: Di salvegera 100'î ya Lozanê de em meşeke bi vî rengî li dar dixin. Kurdistan li Lozanê kirin çar parçe. Sed sal di ser re derbas bûn, lê belê helwest hêzên emperyalîst hînê mîna berê ye. Vê pêvajoyê, dîrokê, têkoşînê, têkoşîna gerîla ya 40 salî û têkoşîna azadiyê Kurd nîşan dan ku mafên neteweyî, stauya siyasî, mafên çand û ziman ên Kurdan tenê bi têkoşînê dikarin bêne bidestxistin. Rêya ber bi azadiyê ve, tenê bi berxwedanê dikare bê amadekirin. Ev çalakiya me jî parçeyek ji wê ye.

MEHMET GOKSÛNGÛR: Sê roj in em dimeşin. Li Cenevreyê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya me wê bi meş û mîtîngê bi dawî bibe. Em li bendê ne ku tevlîbûn xurttir bibe.