Meşa 'Parastina Kurdistanê' li ser rêya Cenevreyê ye
Meşa dirêj a 'Defend Kurdistan' di beşa dawî de ye. Meş wê bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibe.
Meşa dirêj a 'Defend Kurdistan' di beşa dawî de ye. Meş wê bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibe.
Meşa Dirêj ku 10'ê Tîrmehê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji ber avahiya ku Peymana Lozanê lê hate mohrkirin dest pê kir, wê îro li bajarê Cenevreyê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibe.
Kurdistaniyên ji çar aliyên Kurdistanê, saziyên siyasî, partî û kesayetên Swîsreyî û rêxistinên civakî yên sivîl piştgiriyê didin meşê. Meş wê îro bigihêje ber avahiya Neteweyên Yekbûyî.
Nivîskar, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, endamên heyeta aştiyê ya çû Başûrê Kurdistanê û enternasyonalîst jî tevlî meşê bûne. Meşvan îro li bajarê Versoîxê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşm û sirûdan meşa xwe dewam kir. Xelkê Swîsreyê jî bi baldarî meş şopandin. Aktîvîstên Defend Kurdistanê li ser êrişên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk belavok li Swîsreyiyan belav kirin.
Tê payin ku meşvan danê nîvro bigihêjin Cenevreyê. Di heman saetê de Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan wê civînekê li ser mafên mirovan li dar bixe. Meşvan wê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî meşa xwe bi mîtîngekê bi dawî bikin.