Meşa Lozan Cenevre dest pê kir: Li hemberî dagirkeriya Tirk em Kurdistanê biparêzin

Meşa Lozan Cenevreyê ku li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê hatî lidarxistin, dest pê kir.

Meşa 3 rojî ya ji aliyê ‘Defend Kurdistan-Kurdistanê biparêze’ li ser bingehê pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurdan û li dijî êrîşên qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê yên dewleta Tirk li Lozanê dest pê kir. Meş li ber avahiya Chateaû d’Oûchy ya peymana Lozanê lê hatî îmzekirin dest pê kir.

Kurdistaniyên ji her 4 perçeyên Kurdistanê yên di serî li Fransa, Elmanya li gelek welatên Ewropa dijîn, siyasetmedarên Swêdî, Tirkiyeyî û Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, saziyên şoreşger, hunermend, nivîskar û akademîsyen bi sedan kes li ber avahiya Chateaû d’Oûchy hatin gel hev.

Mîtîng piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevserokên Navendên Civaka Kurdistaniyen ya Demokratî ya Swêdê (CDK-E) axaftina destpêkê kirin.

Di axaftinan de têkoşîna gerîlayan ya li dijî êrîşên qirker û dagirker a li her 4 perçeyên Kurdistanê hate silavkirin.

 Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî di mîtîngê de axivî û diyar kir di demekê ku 100 saliya Peymana Lozanê nêzîk dibe de, dixwazin bi xistina dewrê ya konsepta dagirkerî û qirkeriyê re mafên ku di encama têkoşîna gelê Kurd ya didome hatine bidestxistin, ji destê wê derxînin.

Karamûs di dewama axaftina xwe de got, “Em li ku derê dibin bila bibin, wek gelê Kurd li hemberî polîtîkayên dagirkerî û qirkeriyê ya li ser me ferz dikin, em xeta berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gerîlayan ya li Herêmên Parastina Medya esas bigirin û em ê destûr nedin Lozanek nû dîsa pêk were. Karamûs ragihand; “Li hemberî êrîşên dagirker û qirker yên îro bi hevpartiya dewletên Ewropayê hê didome û li hemberî piştgiriya PDK’ê ya dide van êrîşan, em ê bi xwedîderketina li berxwedana Rêberê xwe û gerîlayan, em ê têkoşîna xwe li ser bingehê pêkanîna Yekîtiya Netewî ya Kurd berdewam bikin.”

Her wiha di mîtîngê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî têkildarê êrîşên faşîzma dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd û Kurdistanê axivî û got: “Îro em ê ji ber avahiya ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin heya ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê bimeşin û em ê çi tekrara Peymana Lozanê û çi jî peymanek ku wê dewama wê be, qebûl nekin.

Peymana ku 100 ji beriya niha hatibû îmzekirin ji aliyê me ve di hukmê tinebûnê de ye.

Ev hêzên qirker û dagirker û piştevanên wan bila vê yekê baş bizanin ku duh çawa di mînaka Elmanya de hate dîtin, bi qedexekirina kongreya KCDK-E ya ku saziyek demokratîk ya gelê Kurd a li Ewropayê, êrîşî saziyên me yên demokratîk dikin û polîtîkayên paqij derxistina faşîzma dewelta Tirk didomînin.

Emê jî bi pêkanîna Yekîtiya Netewî re ji hêzên dagirker û qirker ên ku di nav hewldanan dubarekirin û domandina peymanê ne bibin bersiv.”

Di mîtîngê de siyasetmedarên Swêdî, ji Solîdarîtes’ê Franzîska Meînherz, alîkarê Serokê Şaredariya Le Mont’ê Phîlîppe Somsky, wekîlê Keskan ya Lozanê Alîce Genoud, ji Partiya Sosyalîst Jûlîen Eggenberger, ji Partiya Karkeran Valentîn Augsgûrger, nûnerê Defend Kurdistan û yê ji Tobîas Schenbelî jî di axaftinên xwe de banga piştgirîdayîna berxwedana gelê Kurd kirin.

Piştî axaftinên ji aliyê nûnerên TJK-E, PYD, Yekîtiya Hêzên Şoreşger ên Ewropayê, PDK-Îran û Hêzên Têkoşîna Yekgirtî hatin kirin, çalakvan bi dirûşmeyên li dijî dagirkerî û qetlîamê û li ser bingehê pêkanîna Yekîtiya Netewî ya Kurd dest bi meşê kirin.

Meşvan  di saetên nîvro gihiştin bajarê Rennesê.

Piştî navbera nîvro çalakvanan meşa xwe domand û wê ji bo îro di saetên êvarê li bajarê Morgesê meşa xwe bi dawî bikin.