Meşa dirêj ya ji Lozanê heta Cenevreyê di roja 2’an de didome

Meşa dirêj ya li dijî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk û ji bo pêkanîna yekîtiya netewî hatibû destpêkirin, di roja 2’an de didome.

Meşa dirêj roja 10’ê Tîrmehê li ber avahiya ku tê de peymana Lozanê ya 98 sal ji beriya niha Kurdistan perçekiribû hatibû îmzekirin, dest pê kir.

Li ser banga Însiyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) bi tevlîbûna bi sedan kesên ji Tirkiyê, Swêd û welatên din ên Ewropayê bi taybetî di nava wan de siyasetmedar, hunermend, nivîskar, enternasyonalîst û akademîsyen cihê xwe digirtin; bi daxuyaniyekê meş hat destpêkirin.

Çalakvanan ku bi drûşmeya “Li dijî dagirkeriya Tirkiyê em Kurdistanê biparêzin” dest bi meşê kirin, êvara Şemiyê gihiştin bajarê Morgesê û gava yekem a meşê bi dawî kirin.

Sibeha roja Yekşemiyê ji bajarê Morgesê meşa xwe domandin. Çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û flamayên PKK, TJK-E û Hêzên Têkoşîna Yekgirtî hilgirtin.

Ji beriya meşê çalakvan li qada Parc de I’Independance (Parka Serbixwetiyê) hatin ba hev, li vir ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê komîteya amadekar a meşê Salih Saglam têkildarê meşê agahî dan, li ser navê Defend Kurdistanê jî siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî axivî û got, “Peymana Lozanê ya ku duh bi darê zorê li ser gelê Kurd ferz kirin, îro jî hewl didin ku wê peymanê rojane bikin, em wê yekê qebûl nakin. Wek gelê Kurd em ê li hemberî êrîşên qirker ên li ser gelê Kurd tên pêkanîn li ber xwe bidin.”

Agirî her wiha ev jî anî ziman; “Em ê bi xwedîderketina li paradîgmaya Rêbertiya xwe û têkoşîna gerîlayan ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, em ê li dijî konsepta qirkirinê ya ku li ser gelekî 40 milyonî rewa dibînin li ziman, nasname û axa xwe xwedî derkevîn. Em ê careke din destûr nedin peymana Lozanê ku li pêşiya azadiya 4 perçeyên Kurdistanê û azadiya Rêberê me di nav hewldanên astengkirinê de ye sed salên din li ser gelê Kurd were ferzkirin.”

Piştî axaftinan çalakvan bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dagirkerî û qirkeriyê dest bi meşê kirin. Çalakvan wê di saetên êvarê xwe bigihînin bajarê Gland’ê û bi vî rengî gava duyemîn ya meşê bi dawî bikin.

Tê payîn di roja duyemîn a çalakiyê de hunermendên TEV-ÇAND jî tê de cih bigrin konser û panelekê pêşkêş bikin û roja duyemîn wisa bi dawî bikin.