Li Zurihê ji bo şehîd Erdal Erkendî sersaxî hate danîn

Ji bo bîranîna gerîlayê HPG’ê Erdal Erkendî (Yusuf Kartal Bagdu), li bajarê Zurih ê Swîsreyê ji aliyê malbata wî ve sersaxiyê hat danîn û tevahiya rojê hate ziyaretkirin.

Ji bo Erdal Erkendî (Yusuf Kartal Bagdu) ku di rojên derbasbûyî de ji aliyê HPG’ê ve şehadeta wî hate ragihandin, li bajarê Zurih ê Swîsreyê taziye hat danîn. Sersaxî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurihê (Dem-Kurd) û ji aliyê malbata wî ve hate lidarxistin û tevahiya rojê hate ziyaretkirin.

Sersaxî ji aliyê malbatên şehîd Erdal Erkendî ku li Swîsreyê ve dijîn, hate qebûlkirin. Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê, endamên meclîsa kantonê, Dayikên Aştiyê û gelek Kurdistanî tevlî sersaxiyê bûn.