Çalakî li Rathaûsbruckeen a pêşiya Parlementoya Kantona Zurîhê hate kirin, wêneyên sê pêşengan hate bilindkirin û pankarta bi nivîsa ‘Nûnerên gelê Kurd ne terorîst in’ hate vekirin.
Hevberdevkê Civaka Kurd a Swîsre (CDK-S) Alî Şîmşek di çalakiyê de axivî û got: “Divê DYE biryara bi hincetên xeyalî û derveyî rastiyê li ser 3 rêveberên Kurdan ku nûnerên Gelê kurd in girtiye, tavilê vekişîne.
Ev biryara hatî girtin ne ji êrîşên artêşa Tirk a desteka DYE û welatên Ewropa digire û wisa êrîşî çar parçeyên Kurdistanê dike, ne cuda ye.”
Şîmşek diyar kir ku divê ev biryar bê vekişandin.