Li Yewnanistanê Pêngava 1'ê Hezîranê hate silavkirin
Li kampa li paytext Atînayê pêngava 1'ê Hezîranê hate silavkirin. Greva birçîbûnê ya li kampê jî di roja 151'ê de ye.
Li kampa li paytext Atînayê pêngava 1'ê Hezîranê hate silavkirin. Greva birçîbûnê ya li kampê jî di roja 151'ê de ye.
Li kampa Lavrîo ya li paytexta Yewnanistan Atînayê, Pêngava 1'ê Hezîranê bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahî ji aliyê Navenda Çanda Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate lidarxistin û tê de hate bibîrxistin ku PKK di nava şert û mercên herî giran de li dijî faşîzmê li ber xwe dide.
Çalakgeran berxwedana heyî silav kirin û gotin, "Ya ku dibe para me ew e ku bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê li her qadê faşîzma dewleta Tirk têk bibin û têkoşîna gerîla bi ser bixînin."
Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Ciwan mîna her demê wê niha jî di têkoşîna rastiyê de israr bikin. Mîrateya hevrêyên Serdar, Adil, Nûda, Çîçek, Delal û Atakan, tevgera ciwanan û ciwanên Kurdistanê dawetî têkoşîna şoreşger a mezin dike."
GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 151'Ê DE YE
Greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, dewam dike. Koma 31'ê çalakî dewr wergirt.
Aktîvîstê Aştiyê Valîs Yaylali jî axivî û got, "PKK ji bo tvahiya mirovahiyê têdikoşe. Divê berxwedana gel û gerîlayên azadiyê ji aliyê gelên bidest ve bên silavkirin."