Çalakvanên li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo şermezarkirina hevdîtina Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Colanî li ber avahiya Yekîtiya Ewropayê kom bûn û çalakî li dar xistin.
Li bajarên Berlîn, Frankfurt û Munîhê yên Elmanyayê jî çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. Di çalakiyan de soza Ursula von der Leyen a ku bi hinceta "hêvî" û "nûjenkirinê" ji bo Sûriyeyê wê 620 milyon euro piştgiriyê bide Colanî protesto kirin.
Daxuyaniya ku di mîtîngê de hat xwendin bal kişand ser komkujiyên li Rojava û got, "Milîsên cîhadîst ên Colanî komkujiyan dikin û YE wan fînanse dike. Ji ber vê yekê em îro li vir û ji bo Sûriyeyek azad û demokratîk li kolanan in." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de, çeteyên girêdayî Colanî êrîşî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kirin, bi sed hezaran kes koçber kirin, herî kêm 45 kes hatin înfazkirin an bi êşkenceyê hatin qetilkirin û nêzîkî 300 kes revandin û binçavkirin.
Çalakvanan diyar kirin ku ev pêkanîn rêbazên DAÎŞ’ê ne û Serokê Komîsyona YE’yê ji ber serdana Colanî ya li Şamê û axaftina wê ya li ser "lihevhatinê" û "ji nû ve avakirinê" bi tundî rexne kirin û gotin: “Gelo komkujiyên li dijî kêmneteweyan ji bo YE nîşana 'lihevhatinê' ne? Li şûna ku zexta siyasî li ser HTŞ’ê bike, YE wan ji ber sûcên şer xelat dike û bi vî rengî rê li ber komkujiyên nû û şerekî navxweyî yê nû l li Sûriyeyê vedike. Hîna duh, hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku ew ê êrîşî deverên din ên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em ê destûrê nedin vê yekê û bi taybetî em ê qet destûrê nedin ku roja Duşemê li Berlînê xaliya sor ji bo serokê cîhadîst were raxistin."
Di axaftinan de banga beşdarbûna xwepêşandana ku wê di 19’ê Çileya 2026’an de li Berlînê were lidarxistin hat kirin û gotin, "Werin em şoreşê biparêzin. Roja Duşemê werin Berlînê."
Parlamentera Partiya Kesk Heidi Sequenz a ku beşdarî mitîngê bû, diyar kir ku hedefgirtina herêmên xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema ku Colanî hatiye ser desthilatê ve ne surprîz e û got: " Îro, bi mîlyonan euro wekî xelatek ji vê rejîmê re têne veguheztin. Ev rewş nayê qebûlkirin."
Di çalakiyê de, bi zimanê Elmanî dirûşmeyên "YE fînanse dike, Colanî qetil dike”, "Rojava, Rojhilatê Kurdistan yek welat e" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Mitîng bi banga ji bo hevgirtinê û peyamên piştgiriyê ji bo Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi dawî bû.