BI DÎMEN

Li Viyanayê ji bo Helebê meşeke mezin hat lidarxistin

Li paytexta Awusturya Viyanayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşeke girseyî li dar xistin.

Di vê çalakiyê de ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Avestayê hate birêvebirin, di heman demê de sê jinên şoreşger Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn. Beşdarên meşê bi pankartên li ser "Rojava biparêze" û "Kurd cîhanê li dijî cîhadîstan diparêzin" heta ber avahiya Serokkomariya Awusturyayê meşiyan.

Di axaftinên ku hatin kirin de Hevseroka Herêma 9. a Viyanayê Saya Ahmed diyar kir ku dîroka wan dîroka berxwedanê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî tundiya dewletê ya li ser her çar parçeyên Kurdistanê bêdeng nemînin. Parlamentera Partiya Keskan Heidi Sequenz jî bal kişand ser rola Kurdan a li dijî DAIŞ'ê û destnîşan kir ku vegerandina bi darê zorê ya penaberan ji bo Sûriyeyê nayê qebûlkirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ari Milan di daxuyaniya xwe de anî ziman ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêdetirî 500 hezar sivîl di bin dorpêçeke giran de ne û ji 23'yê Kanûna 2025'an vir ve xizmetên bingehîn mîna elektrîk, sotemenî û tendurustiyê bi temamî hatine birîn. Milan bal kişand ser vê yekê ku ev ne operasyoneke leşkerî ye lê karesateke mirovî ye û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Nûnerê PYD'ê Dara Qamişlo jî bang li yekîtiya neteweyî kir û got ku îro roja yekbûna dilê her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Girseya ku tevlî meşê bûn, li qada Opera ya Karlsplatzê li hev civiyan û heta pêşiya avahiya Serokkomariyê ya Awusturyayê meşiyan. Meş bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Şêxmeqsûd û Eşrefiye ne bi tenê ne” bi dawî bû.