Li Trondheimê çalakiya ji bo Rojava û Rojhilat
Li bajarê Troncheim ê Norveçê Kurdistanî û dostên wan tevî ku hewa daketibû -13 pileyan jî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û Rojhiatl mitîngek li dar xistin.
Li bajarê Troncheim ê Norveçê Kurdistanî û dostên wan tevî ku hewa daketibû -13 pileyan jî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û Rojhiatl mitîngek li dar xistin.
Çalakiya ku ji aliyê Komaleya Çandê ya Kurdistanê ve hate lidarxistin, li qada Torg Trondheimê bi daxuyaniyekî çapemeniyê hate destpêkirin. Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrîşên li herêmê hate kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dewama êrîşên ku berê wê li Siwêdayê li ser Durzî û Elewiyan hat kirin in. Hate destnîşankirin ku hêzên dijberê çareseriyê bi kûrkirina şer dixwazin rê li ber pêşiya pêşerojeke demokratîk û aştiyane ya di navbera gelan de bigirin.
Girseyê piştî daxuyaniyê dirûşmeyên” Rojava ya me ye, rûmeta me ye”, “Rojhilat ya me ye, rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Rizgarî nîne, yan bi hev re yan jî tu jî me” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.