Li Toulouseyê pîrozbahî
Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku PKK êdî veguheriye partiyeke gerdûnî.
Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku PKK êdî veguheriye partiyeke gerdûnî.
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Toulouse yê li başûrê Fransayê hate pîrozkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyon li ser dîroka PKK'ê hate nîşandan.
Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk piştre li ser girîngî û wateya rojê axivî. Demîr Çelîk destnîşan kir ku di vê têkoşînê de berdêl nemane ku divê gel bide û got, "Dijmin êdî zane ku PKK bi tenê nîne. PKK êdî ne tenê tevgereke Kurd e, PKK êdî bûye partiyeke gerdûnî."
Şahî bi coşeke mezin bi dawî bû.