Li Swîsreyê ji bo Rojhilat û Helebê biryara çalakiyê ya lezgîn
Bi banga Nûnertiya PJAK’ê ya Swîsreyê, Kurdistanî li bajarê Klotenê hatin cem hev û li hemberî serhildanên li Rojhilat û komkujiyên li Helebê, biryara çalakiyên girseyî û lezgîn girtin.
Bi banga Nûnertiya PJAK’ê ya Swîsreyê, Kurdistanî li bajarê Klotenê hatin cem hev û li hemberî serhildanên li Rojhilat û komkujiyên li Helebê, biryara çalakiyên girseyî û lezgîn girtin.
Li bajarê Klotenê yê ser bi kantona Zurihê, Kurdistanî bi rojeva dîmenên komkujiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê ku roja 16’emîn li pey xwe hiştine, civiyan. Civîn bi banga Nûnertiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ya Swîsreyê li Komeleya Çanda Rojava ya li Klotenê pêk hat. Di civînê de li ser rê û rêbazên têkoşînê û gavên ku bên avêtin hatin nîqaş kirin.
Di civînê de ku nûnerên partiyên siyasî yên Rojava û Rojhilat û Kurdistanî ji her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn, agahî li ser geşedanên dawî hatin dayîn û helwesta li dijî êrîşên li ser gelê Kurd hate nirxandin.
JI BO ROJHILAT BIRYARA ÇALAKIYA LEZGÎN
Di beşa yekem a civînê de serhildanên gel ên li bajarên Rojhilat û êrîşên rejîma olî ya li dijî çalakgeran hatin nirxandin. Hate diyarkirin ku ji ber qutbûna xetên înternet û telefonê li Îranê, agahî bi zehmetî tên girtin û wiha hate gotin: "Em agahiyê ji malbatên xwe nagirin. Hêzên rejîmê rasterast gel dikin hedef, gelek birîndar hene û rê li ber dermankirinê tê girtin. Divê hemû Kurdên li Ewropayê ji bo gelê Rojhilat rabin ser piyan."
Piştî axaftinan, biryar hate girtin ku ji bo Rojhilat komîteyeke lezgîn bê avakirin û di demeke nêz de mîtîngên berfireh bên organîzekirin.
‘DIVÊ HELEB JI BO ME BIBE DERS’
Di beşa duyem a civînê de jî komkujiyên li Rojava û Helebê bûn rojev. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku nabe mirov baweriya xwe bi hêzên navneteweyî bîne û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd hate dubarekirin. Di civînê de daxuyaniya "Piştî Efrînê em li Helebê jî bi tenê hatin hiştin. Êdî divê em ji bo Kurdistan û Kurdbûnê werin cem hev" derket pêş.
Civîn bi biryara lidarxistina mîtîngeke lezgîn di dawiya hefteya bê de û berdewamkirina civînên bi vî rengî bi dawî bû. Beşdaran civîn bi dirûşma "Kurdistan yek e" bi dawî kirin.