NÛ BÛ

Li Swîsreyê hêzên xweparastinê û berxwedana gel a Helebê hat silavkirin

Li gelek bajarên Swîsreyê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeîd ên Helebê hatin protestokirin. Di çalakiyên ku hêzên xweparastinê hat silavkirin de banga çalakiyên li dijî çeteyên ku sûcên şer li dijî sivîlan dikin hat kirin.

Êrîşên sê rojî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxa Suyaniyan Benî Zeîd ên bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji hêla Kurdistanî û dostên wan ve li bajarên Ticino, Cenevre, Lozan, Luzern, Biel, Bern, Zug, Winterthur, Basel û Zurîhê yên Swîsreyê hatin protestokirin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê berşdarî çalakiyan bûn.

BELLINZONA

Kurdistanî û dostên wan li ber Îstasyona Trenê ya Bellinzonayê ya kantona Ticino kom bûn û êrîşan li ser Helebê nşermezar kirin. Di çalakiyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd", "Bijî berxwedana Rojava", "Viva YPG, Viva YPJ" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Daxuyanî bi zimanên Îtalî û Kurdî hate dayîn. Rêveberê DEM-KURD’ê yê Ticinoyê Suat Tuncay bi Îtalî û rêveberekî din ê komeleyê Serhat Hadîoglû bi Kurdî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ'ê bê Kurdîkirina herêmê ye. Hat xwestin ku li dijî çeteyan sûcên şer ên navneteweyî gavên pêwîst werin avêtin. Daxuyaniyê de banga berxwedanê li gelê her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin û ev tişt hat parvekirin: "Daxwazên me: Divê êrîşên li dijî sivîlan tavilê rawestin. Divê koçberkirina bi darê zorê û qirkirin ji holê werin rakirin. Divê mafê demokratîk ê diyarkirina çarenûsa gelên herêmê were naskirin û parastin. Aştiya rastin û jiyana bi hev re encax bi rêzgirtina gelan û pergaleke demokratîk dikare were bidestxistin."

Daxuyanî bi stranên berxwedana Kurdan bi dawî bû.

LOZAN

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Dêra Saint Laurent a Lozanê kom bûn. Hevserokê Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Lozanê Mûsa Îtah  daxuyaniya çapemeniyê xwend û got:
“Demek dirêje taxên Kurdan ên Helebê ji aliyê bermahiyên DAÎŞ'ê û komên terorîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin ve hatine dorpêçêkirin. Niha li Rojava, çete bi konseptek nû êrîşî ser gelê me dikin. Bi dehan sivîl, jin û zarok di bombebaranê de hatine qetilkirin an jî birîndar bûne. Ev êrîşên wêrankirinê careke din nîşan didin ku Kurd di bin gefa qirkirinê de ne."
Parlamentera Partiya Sosyalîst Julienne Eggenberger a ji Canton Vaud jî axivî û got, "Em banga hevgirtina bi gelê Kurd re û piştgiriya civaka navneteweyî dikin."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

LUZERN

Li kantona Luzernê, Kurdistaniyên ku li ber îstasyona trênê ya navendî hatin cem hev, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Luzernê Ercan Guneş got: “Li Rojava keda bi hezaran şehîdan heye. Em ê xwedî li vê kedê derkevin. Ger îro mirov li Ewropayê bi rehetî rûdinin, ev bi saya YPG û YPJ’ê ye. Em koletiyê qebûl nakin.”

Li ser navê PYD’ê Mehmet Efrîn jî diyar kir ku hişmendiya Erdogan tunekirina Kurdan e lê ew ê bi ser nekevin. Avaşîn a Efrînî ku malbata wê li Helebê ye, da zanîn ku ew fikar dike lê dîtina yekîtiya gel a li Ewropayê hêzê dide wê.

BERN

Li paytext Bernê, Kurd û dostên wan li Qada Bahnhofê kom bûn. Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay li vir axivî û got: “Dibe ku em hemû nekaribin tevlî wî şerî bibin, lê em dikarin kolanan bi girseyî dagirin.” Atalay bal kişand ku ev êrîş azadiya gelê Kurd hedef digirin û bang kir ku gel bi hestiyarî beşdarî çalakiyan bibe. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

CENEVRE

Li Cenevreyê, Kurdistaniyên li ber postexaneya navendî kom bûn, êrîşên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî û got: “Ev sê roj in komên mîna DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî sivîlan dikin. Çawa ku li Kobanê berxwedanek hat nîşandan, dê îro jî heman têkoşîn berdewam bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin; komên mîna Emsat, Hemzat, Siltan Murad û Nûredîn Zengî êrîşên sîstematîk dikin. Gelek sivîl hatine qetilkirin û nexweşxaneya Şêxmeqsûdê ji xizmetê ketiye. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye ku bi lezgînî mudaxile bike.

Çalakî bi dirûşmên piştgiriya berxwedana Rojava bi dawî bû. 

BIEL

Kurdistaniyên li Biel a Swîsreyê bertek nîşanî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dan. Girseya ku li ber stasyona trênê ya navendî ya Bielê kom bû, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê” û "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" hatin berzkirin û diyar kirin ku ew ê li hember van êrîşan bêdeng nemînin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bielê Ahmet Kaya ve hat xwendin. Kaya diyar kir ku êrîşên li ser taxan hewldanek ji bo tolhildana têkçûna li Kobanê ye. Kaya anî ziman ku gelê Kurd li hember van êrîşan bêdeng namîne û got, "Gelê me yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ye. Berxwedana wan berxwedana me ye."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

WINTERTHUR 

Li Winterthur a Swîsreyê jî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin protestokirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî daxuyaniya ku Bahnhofê hat dayîn bûn.

Hevberdevkê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr di çalakiyê de axivî. Ozdemîr diyar kir ku berpirsyariya dîrêkî ya civakên Rojavayî li hember gelê Kurd heye û got, "Gelê Kurd li ser navê hemû mirovahiyê li dijî barbariya DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin da. Cîhana deyndarê vê têkoşînê ye."

Li ser navê MKP’ê Sebrî Dêrsim axivî û diyar kir ku gelê Rojava di têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên çeteyên barbar de ne bi tenê ye û divê hevgirtina bi gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re were xurtkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ZUG 

Li kantona herî biçûk a Swîsreyê li Zugê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin. Gelê Kurd li ber stasyona trênê ya navendî ya Zugê kom bûn û bertek nîşanî êrîşan dan.

Hevberdevkê Komuna Şehîd Koçer a Zugê Bariş Ozkanli pêşî axivî. Ozkanli êrîşên li ser Helebê şermezar kir û got, "Em ê li cihê ku lê ne dakevin kolanan û li dijî van êrîşan bêdeng nemînin."

Endama ciwanan Elîf Akdag daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend. Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.