Li Swîsreyê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û şehîdên Tîrmehê li bajarên Bern, Cenevre, Lûzern û St Gallen ên Swîsreyê hatin bîranîn.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û şehîdên Tîrmehê li bajarên Bern, Cenevre, Lûzern û St Gallen ên Swîsreyê hatin bîranîn.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û gerîlayên HPG’ê Ûgûr Teymûr (Raman Xebat), Osman Abdûlvehab Rifayî (Çiya Zagros) û Botan Guzel (Çekdar Amed) ên ku di êrîşa 16’ê Hezîrana 2021’an a dewleta Tirk ya li ser Herêmên Parastina Medya pêkanîbû de şehîd bûbûn, bi merasîmekê ya li Navenda Çivaka Kurd a Demokratîk (CDK) hatibû organîzekirin hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê ku xizmên şehîdan û Kurdistanî tevlî bibûn bi deqîqeyek rêzgirtina di serî de di şexsê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û gerîlayên HPG’ê Raman Xebat, Çiya Zagros û Çekdar Amedê ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve dest pê kir.
Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAV) di çarçoveya girîngiya xwedîderketina li girêdaniya bi bîranîna şehîdan û têkoşîna wan de axaftinek pêşkêş kir.
Endamên malbata Raman Xebat jî axivîn û bi biryardariya xwedîderketinê soza girêdana xwe ya bi bîranîna wan dan. Piştre 2 sînevîzyon derbarê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û jiyana têkoşînî ya Raman Xebat hate nîşan dan.
Nivîskar Îrfan Babaoglû jî ku şahidhalê pêvajoyê ye axaftinek derbarê berxwedaniya girtîgeha Amedê pêşkêş kir.
Merasîm bi drûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Li bajarên St Gallen, Lûzern û Cenevreyê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi merasîmên ku ji aliyê KOMAV’ê hatibûn rêxistinkirin ve hatin bîranîn.