Li Swîsre çalakî: Wê berxwedan bi ser bikeve

Kurdistaniyên li Swîsreyê daketin qadan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Dagirkeriya Tirk a li ser gelê Kurd û taybet Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan tên protestokirin.

ST GALLEN

Kurd û dostên xwe yên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St Gallen hatin ba hev li pêşiya stasyona trenê çalakî kirin. Çalakiya ku saziyên Tirkiyeyî û şoreşgerên Swîsreyî destek kirin, nûnerên KCDK-E jî tevlî bûn.

Di çalakiyê de hate gotin ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistan û taybet ên li Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û dîsa bêdengiya welatên Ewropa wê xwedî li têkoşîna gerîla derkevin.

Nûnerên saziyê Tirkiyeyî û Swîsreyî yên şoreşger jî diyar kirin ku desteta têkoşîna gelê Kurd dike.

LOZAN

Kurdistaniyên li Lozan a Swîsreyê jî dijîn li qadan bûn. Çalakiya ku li ser banga Navenda Civaka Kurd û Meclîsa Jinan a Lajîn li pêşiya Dêra St. Laûrentê pêk hat, dagirkeriya Tirk hate protestokirin.

Li vir li Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Lozanê Sitki Demîr axivî û got: “Divê PDK dev ji israra xwe ya bûna hevkarê qetlîama li ser gelê Kurd berde. Li dijî bêdengiya welatên Ewropa em ê xwedî li têkoşînê derkevin, li her cihê lê li dijî qetlîam û dagirkeriyê jî berxwedana xwe mezin bikin û bigihînin serketinê.

Parlementerê Partiya Karker a Swêdê Celîne Mîsîegor diyar kir ku li gel têkoşîna gelê Kurd e got: “Êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ku gelê sivîl hate hedefkirin nayê qebûlkirin. Ji her tirajediyê dewleta Tirk û dewletên Ewropa yên li ber êrîşan bêdeng in berpirsin.

Piştî xwendina belavoka bi Fransî û şûnde çalakî bi dawî bû.

lÛZERN

Li bajarê Lûzernê saet 18:00’an li Bahnhofplatzê jî çalakî hate kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku li her cihê lê wê li dijî dagirkeriya Tirk di çeperên berxwedanê de bin.

Çalakî piştî banga ji bo meşa navendî ya ku wê saet 13:00’an li Solothûrnê sibe bê kirin, bi dawî bû.