Li Stuttgartê ji bo piştevaniya bi Rojava re kon hat vedan
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi armanca protestokirina êrîş û komkujiyên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava û piştevaniya bi Rojava re kon hate vedan.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi armanca protestokirina êrîş û komkujiyên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava û piştevaniya bi Rojava re kon hate vedan.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re kon hat vedan û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên rejîma Ehmed El Şara (Colanî) li ser bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re hate ragihandin.
Kurdistanî û dostên wan xwestin sûcên li dijî mirovahiyê yên li Sûriyeyê rawestin û rejîma Colanî li gorî hiqûqa navneteweyî were darizandin.
Li Stuttgart Schlosplatzê danezanên ku sûcên Şamê û dewleta Tirk li ser Kurdan û gelên din vedibêje, hatin belavkirin.
Konê piştevaniya bi beşdarbûna girseyê veguherî mitîngê.