Li Stûttgartê êrîşên dagirker hate protestokirin

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê dagirkerî û îxanet hate protestokirin.

Li Stûttgartê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê hate protestokirin.

Çalakî saet di 15.00’an de li Laûtenschlagestrasseyê hate destpêkirin. Di çalakiyê de îxaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.

Ciwanan ji bo meşa ciwanên Ewropayê ya di 19’ê Hezîranê de  banga tevlêbûnê kirin. Çalakî bi sloganan bi dawî bû.