Li Strasbourgê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn
Li Strasbourgê şehîdên Komkujiyên Parîsê yên di sala 2013 û 2022’an de hatin bibîranîn û daxwaza edalet û heqîqetê hate dubarekirin.
Li Strasbourgê şehîdên Komkujiyên Parîsê yên di sala 2013 û 2022’an de hatin bibîranîn û daxwaza edalet û heqîqetê hate dubarekirin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi banga Komuna Jinan a Zîn li Qada Kleberê li hev civiyan, kesên ku di salên 2013 û 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn. Çalakiya bîranînê bi armanca ronîkirina komkujiyan û eşkerekirina kujeran hate kirin.
Çalakiya bîranînê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku komkujiyên ku di salên 2013 û 2022’an de pêk hatin, di bîra kolektîf a gelê Kurd de birînên kûr vekiriye. Axaftvanan diyarkirin ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ku ji ber bi nasnameyên xwe yên Kurd têkoşîna azadî, edalet, piştevanî û mafên mirovan meşandin, hatin hedefgirtin.
Hate diyarkirin ku kesên ku hatine qetilkirin, berxwedan, lêgerîna azadiyê û rûmeta gelekî temsîl dikin û wiha hate gotin, “Heta ku ev komkujî neyên ronîkirin, edalet pêk nayê.”
Bîranîn bi dirûşmeyên, “Em ê ji bîr nekin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.