Li Strasbourgê çalakiya bêîtatiya sivîl
Ciwanên TCŞ’ê yên li Strasbourgê dijîn, êrîşa duh li Den Hagê ya li dijî çalakgeran pêk hat, bi çalakiya bêîtatiya sivîl şermezar kirin.
Ciwanên TCŞ’ê yên li Strasbourgê dijîn, êrîşa duh li Den Hagê ya li dijî çalakgeran pêk hat, bi çalakiya bêîtatiya sivîl şermezar kirin.
Li bajarê Starsbourgê yê Fransa endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li ber îstasyona trenê hatin cem hev û bi çalakiya bêîtatiya sivîl, êrîşa duh ya polîsên Hollandî ya li dijî çalakiya li dijî çekên kîmyewî, şermezar kirin. Ciwanan di çalakiyê de pankartên “Werin Cenga Azdiyê”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala TCŞ’ê vekirin.
Ciwanan di çalakiyê de bertek nîşanî bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dan û anî ziman ku bêdengî hevparê vî sûçî ye. Her wiha di çalakiyê de ciwanan destnîşan kir ku heta 55 hevalên wan neyên azadkirin ew ê li qadan çalakiyên xwe berdewam bikin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” bidawî bû.