Li paytexta Swêd Stockholmê bi sedan kes êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin û serhildana gel a li Rojhilat û Îranê silav kir.
Di çalakiyê de civaka Kurd bang li raya giştî ya navneteweyî û welatên Ewropayê kir ku bi rengekî lezgîn mudaxile bikin û ji bo agirbest û rawestandina êrîşan zextê li hikûmeta demkî ya li Şamê bikin.
Di çalakiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Ewropayê Şiyar Elî axivî û destnîşan kir ku yekane rêya astengkirina komkujiyên nû, naskirina mafên esas ên Kurdan e. Elî diyar kir ku gel li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd di bin dorpêç û şert û mercên zehmet de li ber xwe dide û got, şehîd û birîndar hene. Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Me ji bo têkoşînê û şehîdan soz daye; bersiv encex bi serketinê dibe.”
Li ser navê rêxistina jinê Ayşe Goktepe jî axivî û berxwedana Rojava û Rojhilat silav kir. Goktepe bang li raya giştî kir ku divê xwedî li berxwedana Rojava û Rojhilat derbikeve û êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir.
Li ser navê partiya çep Samuel Gonzales Westlin jî peyamek parve kir û êrîşên Îranê yên li ser gel û êrîşên li ser Rojava şermezar kir. Westlin destnîşan kir ku di serî de Swêd hemû mirovahî deyndarê Kurdên Rojava ye û got, Swêd divê xiyanetê li Kurdan neke, divê zext li hikûmeta demkî were kirin ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestîne.
Di çalakiyê de parlamenterê serbixwe Daniel Rizat û parlamentera berê Amine Kakabave jî bi peyamên xwe piştgirî dan Rojava û Rojhilat.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.