Li Stockholmê çalakiya ji bo boykotkirina hilbijartinên Îranê
Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo boykotkirina hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê çalakiyek hate lidarxistin.
Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo boykotkirina hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê çalakiyek hate lidarxistin.
Hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê wê di 18'ê Hezîrana 2021'ê de bên lidarxistin. PJAK û KJAR'ê ku beriya niha ragihandibûn ku ew hilbijartinê boykot dikin, di vê çarçoveyê de rêzeçalakiyan li dar dixin.
Komîteyên PJAK û KJAR'ê herî dawî doh li paytexta Swêd Stockholmê bi vê armancê çalakiyek li dar xist.
Çalakî li navenda bajêr li kolana herî qelebalix li ber Ohlensê pêk hat.
Komek ji çalakvanên siyasî û endamên PJAK û KJAR'ê pankarta 'Na ji bo darvekirinê, hilbijartinê boykot bike' hilda û bi alên PJAK û KODAR'ê xwepêşandanek li dar xist.
Di çalakiyê de her wiha daxuyanî hate dayin û sedemên ji bo boykotkirina hilbijartinê hatin vegotin.