Li Spanyayê salvegera Şoreşên Rojava û Spanyayê hate pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava û Şoreşa sala 1936'an a li Spanyayê li dijî faşîzma Franco hate kirin, li gelek bajaran hate pîrozkirin.
Salvegera Şoreşa Rojava û Şoreşa sala 1936'an a li Spanyayê li dijî faşîzma Franco hate kirin, li gelek bajaran hate pîrozkirin.
Salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û salvegera Şoreşa 1936'an a li Spanyayê li dijî faşîzma Franco hate kirin, li bajarê Valenciayê hate pırozkirin.
Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Xweser a Jinê ya Lêgerîn Azadî ve hate lidarxistin.
Di kombûnê de ku bi dehan kes amade bûn, pankarta bi nivîsa ""Em şoreşê pîroz dikin. Ji sala 1936'an heta 2012'an NO PASARAN, Bijî Rojava" hate hildan.
Di civînê de li ser girîngiya herdu şoreşan axaftin hate kirin û piştgirî ji şoreşa Rojava re hate dayin.
Salvegera herdu şoreşan li herêma Katalonyayê jî bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Komekê bi pêşengiya Komîteya Berxwedana Enternasyonalîst berê xwe da çiyayê Collserola ku perestgeha 'Makis' lê ye û li ber perestgehê şehîdên şoreşê bi bîr anîn.