Li Saarbruckenê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê, Kurdistaniyan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê şermezar kirin.
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê, Kurdistaniyan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê şermezar kirin.
Çalakî bi banga Meclîsa Jinê li ber Europagaleri pêk hat.
Di çalakiyê de ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin, her wiha nêzîkatiya dewleta Elman a li hemberî heyeta aştiyê jî hate şermezarkirin.
Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Elman bi vê helwesta xwe careke din nîşan da ku li gel dîktator Erdogan e.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.