Li Rûsyayê nokerî hate protestokirin

Kurdên li herêma Tambovê ya Rûsyayê êrîşên dagirker û nokerî protesto kirin.

Kurdên li bajarê Mîçûrînskê yê herêma Tambovê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û nokeriya PDK û Malbata Barzanî protesto kirin.

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Miçûrînskê banga yekîtiyê li gelê Kurd hate kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re were kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “HPG, YJA Star, YPG, YPJ, QSD û YBŞ ji bo pêşeroja gelê Kurd têdikoşin û divê her kes xwedî li van hêzan derkevin.”