Li Rûsya ji bo 19’ê Tîrmehê civîn hatin kirin

Li Rûsyayê ji bo 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava civîn hatin lidarxistin.

Li Nûnertiya Rûsya ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo Kurdên li deverên cihê yên Rûsyayê dijîn, têkildarî Şoreşa Rojava rêzecivîn û semîner hatin dayîn.

Nûnerê Rûsya yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Reşad Benav di salevegera Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmehê de bi Kurdan re civiya.

Civîna ewilê li Paytexta Rûsya Moskovayê û pişrew jî li navçeyên Ozînkî û Yerşov a herêma Saratov hatin kirin.

Benav li vir li ser Şoreşa Rojava axivî. Benav diyar kir ku şoreşa li Rojava destpê kir ji bo têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd qonaxeke nû ye. Benav destnîşan kir ku meha Tîrmehê ji bo Kurdan meheke girîng e, bi ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê şoreş derket holê.”

Benav da xuyakirin ku Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê bû çavkaniya hêviyê.

Benav got: “Şoreşa Rojava encama têkoşîna 40 salî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê derketiye holê.