Li Romayê protesto: Erdogan û Soylû kujerên Poyraz in

Li Romayê çalakiyek hate kirin û di çalakiyê de hate diyarkirin Erdogan û Soylû kujerên Denîz Poyraz a HDP’yî ne.

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye êrîşa faşîst a li hemberî rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz hate protestokirin.

Gelê Kurd û gelên Îtalyan tevlî çalakiyê bûn. Çalakî ji aliyê Meclîsa Kurdan a li Romayê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin “Erdogan û Soylû vê êrîşa li hemberî HDP’ê organîze kirine û hevala me Denîz Poyraz kuştine. Em van kujeran li Rojava, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê baş nas dikin. Wê gelê Kurdistanê li her derê hesabê van tiştan bide.”