Li pêşiya sefaretxaneya DYE’yê çalakî: Nûnerên gel ne terorîst in
Biryara DYE ya derbarê 3 rêveberên KCK’ê de li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê bi dirûşma ‘Nûnerên gelê Kurd ne terorîst in’ hate protestokirin.
Biryara DYE ya derbarê 3 rêveberên KCK’ê de li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê bi dirûşma ‘Nûnerên gelê Kurd ne terorîst in’ hate protestokirin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Jinên Kurd, bi dirûşma ‘Nûnerên gelê Kurd ne terorîst in’ li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê mîtîngek hate kirin.
Çalakiya ku hevparên Yekîtiya Hêza Demokratîk û gelek Kurdistanî amade bûn, biryara DYE ya li ser rêveberên KCK’ê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medyayê protesto kirin. Di şexsê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr şehîdên meha Gulanê bibîr anî û got: “Biryara DYE ya derbarê 3 rêveberên PKK’ê ya girtin û lêgerînê dijî hiqûqa navneteweyî ye, wê çalakiyên me ji bo vekişîna ji vê biryarê dewam bike.”
MARSÎLYA
Bi heman armancê li Marsîlya ya Fransayê jî biryara DYE’yê hate protestokirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên ‘Ew ne terorîst in, siyasetmedarên têkoşîna rûmetê ya gelan dikin in’ û ‘Dewleta Tirk qirkirinê dike, DYE û NATO sûcdar in’ hatin vekirin û dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin. Di axaftinan de hate gotin ku divê DYE dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirina têkoşîna azadiya Kurd berde.
Çalakî bi dirûşman dawî bû.