Li Parîsê kesên bêmal li ber şaredariyê 250 kon danîn

Li paytexta Fransayê Parîsê koçberên bêmal ji bo ku balê bikişînin ser meseleya bêcihûwarbûnê li ber Şaredariya Parîsê 250 kon danîn.

Li Fransayê koçberên bêcihûwar ji bo ku balê bikişînin ser bêcihûwarbûnê li ber şaredariya Parîsê 250 kon danîn.

Komeleyên têkildarî mafê miorvan bal kişandin ser tijebûna stargehan û lezgînbûna rewşê destnîşan dikin.

Koçberên bêcihûwar li ber şaredariya Parîsê ji bo ku rewşê şermezar bikin kon daîn û xwestin ku derdê wan zû were çareser kirin.

Di nav wan kesan de ku kon danîne malbatên Efrîkî, zarok jî hene. Mirov bi vî rengî dixwazin balê bikişînin ser rewşa xwe ya giran. Kon saet 20:00'an li ber şaredariyê hatin danîn.

Ji rêxistina civaka sivîl a bi navê Utopîa56 Kerîla Theurîllat got ji ber ku ji bo mirovan cih were dîtin ev 3 heftiyan daxwazê dikin.

Theûrîllat go,t ''Em êdî nema dikarin ji nav vî karî derkevin. Me walîtiya herêma Parîsê agahdar kir lê ti bersiv neda me'' û got ew hêvî dikin şaredarî alîkariyê bi wan re bike.

Her wiha Mael de Marcelus jî ku ew jî ji Utopîa56 e got polîtîkaya bicihkirinê ya sirgûniyan tercîhek e bi zanebûn e û diyar kir bi vê tê xwestin ku mirov li xwe zêde nekin.