Li Parîsê êrîşa li ser Şengalê hate şermezarkirin

Li Parîsê êrîşa dewleta dagirker a Tirk ya li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên xwe bi girseyî êrîşa balafira bêmirov û biçek (SÎHA) a Tirkan li navenda Komelgeha Xanesor a Şengalê ku Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser Merwan Bedel di encama êrîşê de şehîd bibû, hate şermezarkirin. Girse li ser banga CDK-F’ê li qada Republique hatin ba hev. Di çalakiya şermezarkirinê de bi pankarta “Qirkirina di sala 2014’an de ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatiye bila weke ‘qirkirin’ bê naskirin û bila di navneteweyî de statuya xweser ya Şengalê were naskirin”, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPJ’ê hatin hildan.

Di daxuyaniya li vir hate kirin de, “Ji aliyê dewleta faşîst ya Tirk ve komkujiyên li ser Şengalê berdewam dikin. Destpêkê Ewropa û tevahî cîhan li dijî van komkujiyan bêdengiya xwe diparêze. Divê demildest hêzên navneteweyî bertekên xwe li dijî vê nîşan bidin û berpirsyarên xwe bînin cih.”

Di çalakiyê tim dirûşmeyên “Nehlet li faşîzma AKP-MHP’ê bibe”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.