Li Parîsê bi çalakî: Kurdistanê dişewitînin

Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev, ji bo balê bikişînin ser şewitandina daristanên li Kurdistanê ya bi zanabûn li ser banga ADHK, ACTÎT, BÎR-KAR, ONCU PARTÎZAN, CDK-F, PDD ve ODAK’ê li pêşiya Straboûrsg St. Dens/Kemer çalakiyek kirin.

Ji bo balê bikişînin ser şewata li daristanan pankartên bi nivîsên ‘Dersim dişewite, dişewitîne!’ û ‘Kurdistan bi destê dewleta Tirk tê şewitandin!’ vekirin.

Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi destê dewletê rê nayê dayîn ku şewat bê vemirandin û ev hate gotin: “Gel, serokê şaredariyê, serokên partî û komeleyan, derdorparêz û aktivîstên xwezayên dixwazin agir vemirînin, lê tê astengkirin. Serokê Şaredariya Dersimê Mehmet Fatîh Maçoglû ji aliyê amîrê mulkî ve tê tehdîtkirin. Rê li ber wê hatiye vekirin ku qadek mezin a daristanê bişewite û bibe xwelî.

Di daxuyaniyê de hate ziman ku li Çewlik, Bedlîs, Şirnexê jî daristan tê şewitandin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Qatil Erdogan’ û ‘Dersim dişewite, dişewitîne’ bi dawî bû.