Li Osloyê ji bo boykota hilbijartina Îranê bang hate kirin
Li Osloyê PJAK û KJAR’ê çalakiyeke hevpar lidarxist û bang li gelê Kurd kir ku bila hilbijartina serokkomariyê ya Îranê boykot bikin.
Li Osloyê PJAK û KJAR’ê çalakiyeke hevpar lidarxist û bang li gelê Kurd kir ku bila hilbijartina serokkomariyê ya Îranê boykot bikin.
Li Osloyê ya ku paytexta Norwecê ye li PJAK û KJAR’ê li pêşiya konsolosxaneya Îranê çalakiyeke hevpar lidarxist û ji bo boykotkirina hilbijartina serokkomariyê ya li Îranê bang hate kirin.
Di çalakiyê de belavoka PJAK’ê ya derbarê boykotkirina hilbijartinê hate xwendin û hate diyarkirin ev hilbijartin tu xêreke wê ji gelên Îranê re tune û mafên bingehîn ên demokratîk ên gelê Kurd jî naparêze.
Di çalakiyê de êrîşên ku Tirkiye dibe ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê jî hate şermezarkirin.