Li Osloyê çalakiyeke piştgiriyê ji bo serhildanên Rojhilat
Li Osloya paytexta Norwêcê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo piştgiriya berxwedanê hatin bal hev.
Li Osloya paytexta Norwêcê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo piştgiriya berxwedanê hatin bal hev.
Li paytexta Norwêcê Osloyê, ji bo piştgiriya tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilat û Îranê, xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Di çalakiya ku li Meydana Trafikkantenê pêk hat de, nêzî 300 Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.
Di xwepêşandanê de hate destnîşankirin ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî faşîzma dewlet-netewe û navendperestiyê xeta têkoşînê ya herî bi hêz e. Her wiha peyamên piştgiriyê yên ji bo berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derketin pêş.
Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar a tevger û partiyên Rojhilat bi zimanên Kurdî, Farisî û Norwêcî hat xwendin. Piştre peyama Serbest Anto li ser navê nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava, daxuyaniya Navenda Piştgiriya Belûçistanê ya li Norwêcê, peyamên malbatên girtiyên siyasî û saziyên mafên mirovan bi beşdaran re hatin parvekirin.
Di axaftinan de, binpêkirinên mafên mirovan ên rejîmên dagirker û dîktatoran bi tundî hatin rexnekirin. Bi taybetî bal hat kişandin ser girîngiya yekitiya gelan û xurtkirina têkoşîna hevpar.
Di tevahiya xwepêşandanê de beşdaran bi coşeke şoreşgerî dirûşmên wekî “Jin, Jiyan, Azadî”, “Li Rojava berxwedan, li Rojhilat serhildan”, “Kurdistan goristana faşîstan e” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Her wiha dirûşmên ku balê dikişînin ser geşedanên li Îlam, Kirmaşan û Rojhilatê Kurdistanê jî hatin qîrîn.
Çalakî bi banga berdewamkirina xebatên têkoşînê û berfirehkirina piştgiriya navneteweyî ya ji bo berxwedana mafdar a gel bi dawî bû.