‘Nobeda Ji Ocalan Re Azadî’ ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji bo Ocalan 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasboûrg a Frnasayê hatibû destpê kirin roja Duşemê ketibû hefteya xwe ya 437’an.
Çalakiya ku 9 sal in dom dike, ji aliyê koma ji 3 kesî ya ji Kasselê hatibûn ve hate dewir girtin.
Koma ku ji Leyla Nisêbîn, Agirî Çewlik, Serûxan Akat pêk tê, bi boneya salvegera 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek dan.
Lı ser navê Komê ev hate gotin: “Di şexsê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên şoreşê bi birêzdarî bibîr tînin. Soza têkoşînê dubare dikin.
Çalakiya vê hefteyê me dewir girt.
Bang dikin ku li dijî qetlîam û qirkirinên dewleta Tirk û dîsa hevkarên wan ên li ser gelê Kurd bibin yek.
Divê faşîst Erdogan ê qirkirinê li ser Kurdan ferz dike, li dadgehên navneteweyî bên dadgehkirin.
Li holê ye ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê, bi hevkarên xwe yên navneteweyî didomîne. Yên bi dagirkeran re di nava hevkariyê de ne divê vê bizanin ku; armanc dagirkirina Kurdistanê ye, destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakirine.
Gelê Kurd qet û qet hevkaran ji bîr nakin. Di demeke wiha de yekîtiya gelê Kurd xala herî stratejîke.
Ti guman nîne ku gelê me yê welatparêz ku eger bi pêşengtiya gerîla ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê bên ba hev wê teqez serketinê bîne.