Li Mîlanoyê konferansa 'Di pirsirêka Kurd de aştî pêkan e'
Konferans ji aliyê CGIL'ê ve hate lidarxistin ku yek ji sendîkayên herî naskirî yê Îtalyayê ye ku 5 milyon endamên xwe heye.
Konferans ji aliyê CGIL'ê ve hate lidarxistin ku yek ji sendîkayên herî naskirî yê Îtalyayê ye ku 5 milyon endamên xwe heye.
Konferans bi rengê du panelan hate lidarxistin. Di panela destpêkê de nûnerên partiyên siyasî li ser rêveçûna pêvajoya aştiyê ya li parlamentê, armancên komîsyona meclîsê û rê û rêbazên tevkariya parlament û siyasetmedarên Îtalyayê li pêvajoyê axivîn. Her wiha gavên ku divê bêne avêtin hatin nîqaşkirin.
Di panelê de ji Koma Rêya Nû Mehmet Emîn Ekmen û Mûstafa Bîlîcî, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, bi navê Tevgera Pênc Stêrk a Îtalyayê Senator Alesandra Maiorino, ji Tfiaqa Çep Kesk Francesca Ghirra û ji Partiya Demokrat Joseph Provenzano weke qiseker amade bûn.
Di panela duyemîn de jî ev kesayet hebûn: Bi navê dîasporaya Kurd siyasetmedar Îdrîs Balûken, nûnerê rêxistina civaka sivîl a Îtalyayê ARCI Naso Notarianni, bi navê Komeleya Partîzanan AMPI Primo Minelli û ji Tirkiyeyê nûnerên DÎSK û KESK'ê.
Qiseker bi giranî li ser rê û rêbazên tevkariya rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û gelê Îtalyayê ya ji bo pêvajoya aştiyê û girîngiya azadiya Rêber Apo ya ji bo aştiyêa axivîn. Her wiha komkujiyên çeteyên HTŞ'ê yên bi piştevaniya Tirkiyeyê li dijî Kurdan tê kirin bi tundî hatin şermezarkirin û bang li rayedarên navneteweyî hate kirin ku ji bo rawestandina êrişan bikevin nava hewldanan.
Di destpêka konferansê de Sekreterê Giştî yê CGIL ê Mîlanoyê Luca Stanzione axivî. Stanzione got, "Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê me hemûyan ji nêz ve eleqedar dike. Tevgera sendîkayî ya li Îtalyayê piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Gel û çîna karker a Îtalyayê piştgiriyê dide azadiya Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd. Piştgiriya me ya ji bo pêvajoya aştiyê nîşaneyeke şênber a piştevanî û kombûna li hev a gelên Îtalya û gelê Kurd e. Li dijî şer ku li cîhanê gur bûye em dibêjin aştî."
Piştre Salvatore Marra axivî û got, "Ez dixwazim balê bikişînim ser banga Ocalan ku digot, divê em hemû bi hev re tevbigerin. Piştgiriya navneteweyî ya ji bo gelê Kurd û aştiyê gelekî girîng e. Ji bo me di bingeha piştevaniyê de parastina aştiyê gelekî hêja ye. Aştiyeke gengaz wê gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Azadiya Ocalan û girtiyên siyasî divê gava destpêkê ya ji bo aştiyê be."
Mehmet Emîn Ekmen jî got, "Tê zanîn ku bi armanca fesixkirina PKK'ê heta niha 13 hewldanên cuda hatin kirin. Lê belê ev pêvajo ji pêvajoyên beriya niha cudatir e. Ya herî girîng beriya ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên şênber bê avêtin, bangek bi vî rengî ıya ji bo çekdanînê hate kirin. Gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan paradîgma û stratejîk guhert. Ev bang piştî ku Devlet Bahçelî jî tevlî pêvajoyê bû, hîn bi wate bû. Kêmasiya herî mezin a pêvajoyê ew e ku hîn jî guhertinên qanûnî yên pêwîst nehatine kirin."
Francesca Maiorino jî ev nirxandin kir: "Banga aştî, xwişk û biratiyê ya Kurdan a li Tirkiyeyê divê bi xurtî li cîhanê deng vede. Bi dîtina min divê hemû saziyên li Ewropayê vê bangê binirxînin û hîn bêhtir piştgiriya wê bikin. Daxwaza aştiyê ya gelê Kurd bi salan e dewam dike; aştî her tim bû rojeva bingehîn a Ocalan."