Êrîşên li dijî Kurdan li Heleb a Sûriyeyê û berxwedana li dijî rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li Melbourne ya Avustralyayê hatin protestokirin.
Çalakiya ku ji aliyê Navkurd ve hate organîzekirin, roja Şemiyê saet 16:00’ê piştî nîvro li ber Pirtûkxaneya Dewleta Victoria pêk hat. Kurdên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn bi dirûşmeyan nerazîbûnên xwe anîn ziman.
‘KURDAN HIŞT KU MIROVAHÎ BÊHNÊ BIGIRE’
Di çalakiyê de Nûnerê KNK’ê yê Melbourne axivî û berxwedana gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bibîr xist. Herkî got, “Tevahî mirovahî deyndarê Kurdan e. Ev çeteyên cîhadîst û hov hê duh 15 sivîl qetilkirin. Kurdan bedelên mezin dan DAÎŞ’ê têk birin û cîhan bêhnek girt.”
Di dema çalakiyê de, xwepêşanderekî ji Rojava ji bo kesên ku li Heleb û Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane lorîn kir. Çalakî, ku bi kêliyên hestiyar ve berdewam kir, bangên rawestandina êrîşên li dijî gelê Kurd û şikandina bêdengiya civaka navneteweyî hat kirin.