Li Melboûrnê berxwedana Leyla Guven hate silavkirin

Li Melboûrnê berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û daxwaz hate kirin ku tecrîda Îmralî bi dawî bibe.

Li bajarê Avûstralya Melboûrnê bi armanca piştgirîdayîna Leyla Guven ku ev 79 roj e li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, çalakiyek hate lidarxisitn. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Vîctorîa ve li pêşiya Pirtûkxaneya Eylaetê hate lidarxisitn. Di çalakiyê de axaftin hate kirin û piştre heta Qada Federasyonê meşek hate lidarxistin.

Li ser navê Koma Avûstralyayiyan Fîonn skîotîs ji bo Kurdistaniyan axivî, têkoşîna Kurdan silav kir û daxwaz kir ku daxwazên Leyla Guven were qebûl kirin.