Li Marsîlyayê qetlîama li Konyayê hate protestokirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê qetlîama ku nijadperestên AKP û MHP’ê li Konyayê kiribûn hate protestokirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê qetlîama ku nijadperestên AKP û MHP’ê li Konyayê kiribûn hate protestokirin.
Protestokirina qetlîama li Konyayê didome ya ku 7 Kurdên ji heman malbatê hatibûn kuştin.
Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê li hemberî vê qetlîama nijadperest mîtîngek hate lidarxistin.
Gelê Kurd û dostên wan li pêşiya nûnertiya Ewropayê hatin ba hev û pankartên “Dinya naxwaze vê qetlîamê bibîne” û “Dewleta Tirk li Konyayê 7 kes kuştin” hildan.
Di çalakiyê de alayên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Ewropaya hevkar’ hate berzkirin.
Çalakî bi xwendina belavoka bi Fransî bi dawî bû.