Li Marsîlyayê meşeke girseyî
Li Marsîlyayê çalakiya bi kon a ji bo sê rojan bi dawî bû û îro meşeke girseyî hate kirin.
Li Marsîlyayê çalakiya bi kon a ji bo sê rojan bi dawî bû û îro meşeke girseyî hate kirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li qada Vîeux Port a Marsîlyayê çalakiya bi kon hatibû destpêkirin. Çalakî sê rojan domiyabû.
Gelê Kurd û dostên wan li Qada Canabîereyê hatin ba hev, dewleta Tirk protesto kirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Îmraliyê.
Girse ber bi Qada Vîeûx Portê meşiya û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Di meşê de belavokên bi Fransî hatin belavkirin.