Li Marsîlyayê DYE hate şermezarkirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê biryara DYE ya li ser kadroyên pêşeng ên PKK’ê bi mîtîngeke girseyî hate şermezarkirin.

Biryara DYE ya ji bo zeftkirina kadroyên pêşeng ên tevgera Kurd Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan li Marsîlyayê hate şermezarkirin.

Çalakger li qada Vîeûx Portê hatin ba hev û sloganên li dijî DYE û Tirkiyeyê berz kirin. Çalakgeran posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bêdengiya Ewropayê jî şermezar kirin.

Çalakgeran sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û gelek belavok belav kirin.

Çalakî bi qasî saet û nîvekê domiya û piştre bi sloganan bi dawî bû.