Li Marîgnanê şehîd hatin bîranîn, êrîşên dagirker hate protestokirin
Li bajarê Marîgnanê yê Fransayê şehîd hatin bîranîn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.
Li bajarê Marîgnanê yê Fransayê şehîd hatin bîranîn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.
Li bajarê Marîgnanê yê Fransayê gerîlaya YJA Starê Agirîn Karer (Amed Arslan) a ku di 12’ê Gulana 2021’an de li Avaşînê şehîd bûbû û gerîlayê HPG’ê Zagros Avaşîn (Ferdî MErgel) ê ku di 28’ê Gulana 2021’an de li Zapê şehîd bûbû hatin bîranîn.
Piştî bîranînê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk bi meşekê hate protestokirin.
Di bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û sersaxî ji bo Kurdên bi rûmet hate xwestin.
Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
Piştî bîranînê bi banga TCŞ’ê li Marîgnanê meşek hate kirin.