Li Mannheîmê êrîşên dagirker hate protestokirin
Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.
Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.
Li Mannheîmê saet di 15.30’an de dest bi çalakiyê hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê hate protestokirin.
Di destpêka çalakiyê de berxwedana gerîlayan hate silavkirin.
Di axaftinan de hate gotin “Ji bo ku PDK ji îxanet û şaşiya xwe vegere dem heye. Îro armanca dewleta Tirk ne qedandina gerîlayan e, ji ber ku gerîla naqede. Armanca dewleta Tirk ev e ku Kurdistanê dagir bike û çeteyan lê bi cih bike.”
Di çalakiyê de li ser navê Rêveberiya Ciwanan a Mannheîmê ya Dîe Lînke (Partiya Çepgir) û MLPD’ê axaftin hate kirin. Çalakî bi sloganên ‘Bimire îxanet’, ‘Bijî gerîlayên PKK’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.