Li Lorîentê Kurd û dostên wan li hemberî êrîşên dagirker li qadan bûn
Êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lorîent ê Fransayê hate protestokirin.
Êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lorîent ê Fransayê hate protestokirin.
Li bajarê Lorîentê yê Fransayê êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Gelek saziyên dijberî qanûna ewlekariyê piştgirî dan vê çalakiyê. Hikumeta Fransayê dixwaze vê qanûna ewlekariyê têxe meriyetê.
Gel saet di 16.00’an de li Qada Şaredariyê hatin ba hev û ber bi bajêr ve meşiyan.
Di meşê de li ser êrîşên dagirker û tecrîdê belavok hate belavkirin.Di axaftinan de hate diyarkirin ku helwesta PDK’ê ya ku bi dewleta Tirk re tevdigere û dema ku welatên Yekîtiya Ewropayê PKK’ê dixin lîsteya terorê şerm e.