Li Londonê Şoreşa Rojava pîroz kirin

Li Londonê salvegera 9’an a Şoreşa Rojva hate pîrozkirin û ev hate gotin: “Şoreş Rojava şoreşa jinê ye. Şoreşê biparêzin.

Bi pêşengtiya Hêzên Demokratîk a Yekîtiya Brîtanya, li herêma Edmonton bi deqeyek rêzgirtinê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Li qadê alên YPG, YPJ û HBDH’ê li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Li ser navê Hêzên Şoreşger yên Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Mahmût Yoldaş axivî.

Yoldaş diyar kir ku Rojava ji bo dewletên paşverû, faşîst û kapitalîst bûye tirs û xof.  Yoldaş destnîşan kir ku Rojava ji bo şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê bûye guleya îşaretê û got: “Parastin û jiyanîkirina Rojava, tê wateya ronîkirina rêya serketinê ya şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê, tê wateya rêxistinkirina darbeya mirinê li dewlta burjûva ya Tirk a faşîst bê dayîn. Li dijî dagirkeriyê bûna yek hilweşandina faşîzmê erkê me yê esasî ye. Li ser vî bingehî bang li ciwn, jin û gelê xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê dikin ku bi erka xwe rabin.”

Li ser navê Piştevaniya Jinên Ewropa jî axaftin ahte kirin û hate gotin ku silavkirina şoreşê têrê nake, divê li her derê xwedî li destkefiyên şoreşê bê derketin.

Herî dawî jî li ser navê Meclîsa gelê Kurd Dogan Cenç axivî û diyar kir ku şoreşa rojava ji bo siberojeke wekhev û azad, hêviyeke yekane ye.”

Pîrozbahî bi dirûşm û çepikan qediya.