Li Lîmassol û Cenevreyê çalakiya 'Rêber Apo xeta me ya sor e'

Li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê û bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin û hate xwestin, ku tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin.

Di çalakiyan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin," Rêber Apo xeta me ya sor e."

LÎMASSOL

Çalakiya li bajarê Lîmassol ê Qibrisê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Çalakî li Parka Molozê hate lidarxistin û siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan lê axivî.

Lezgîn Botan anî ziman ku îdîayên di medya dîjîtal de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin weşandin fikarên gelê Kurd û dostên wan zêde kirine.

Lezgîn Botan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e û got, "Divê tavilê malbat û parêzer karibin rû bi rû Rêber Apo bibînin."

Di çalakiyê de hate ragihandin ku heta agahiyê ji Ocalan werbigirin wê li qadan bin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ciwanên Kurdistanî ji bo rakirina tecrîdê li stasyona trenê ya navendî çalakiyek li dar xistin.

Ciwanên Kurd bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin hundirê gara trenê û bi zimanên Kurdî û Fransî dirûşm qîriyan.

Çalakiya ku polîsan hewl dan asteng bikin bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Lîberte poûr Ocalan" bi dawî bû.